Berxwedana Barzan Şiiri - Hüseyin Trk

Hüseyin Trk
20

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Berxwedana Barzan

Sala şést û şeşan de, hov rabûne ser pîya,
Ji ezman bombe barîn, wehşî kişyan wek zîya,

Heybet Sultan girtibûn,beré xwe dan Spîlek,
Armanca wan Barzan bû, wan qeşmerén reşbelek.

Pénc ordîyén alayî, girtin Derbendé Korî,
Derbend avdan bi xwîné, cehş béeman ez gorî.

Wan hovanan har bûbûn, hatin heta Mirava,
Şax û gelî girtibûn, ji wir heta Şeqlava.

Deyşta Herîr bésitar, péşmerge ji ber xedré,
Çûn qûndaxa Sipîlek, wekî egîtén Bedré.

Dest berdan wan ji jîyan, mirin ji wan re kafî,
Serleşgeré péşmergan, Nebewî Ebdulkafî.

Mîré Nemir bawer kir, bi Keko Mérgesorin,
Arif û Hacî Biro Mistefa ve pirr zor in.

Mele Emîn, Hemé Zîyan, xwe dan seré mifrezé,
Ji heybeta wan şéran, erd ji ber wan hat lerzé.

Ordîya wan xwînmijan, Belika de ket dafé,
Rîyakarén bext bireş, péşmergan digrin xofé.

Hemîd û Dergeleyî, péşya wana ré biryan,
Dagirker ji birçîbûn, wekî kera diziryan.

Béhewar û béxwarin, bé çek û sol û midas,
Dora wana girtî bû, ji péşmergan nab xilas.

Bi sed heyf û ofîn ve, ew pîlana bû heder,
Ji ber du dostnezanan, li péşmergan da keder.

Wek tirvanén Uhudé, bo xenîmet kir şaşî,
Ezîz Akrehyé nezan, ji nezanî nebaşî.

Afafinde hat kuştin, da kélek sé serîya,
Ketin hicûmé beesî, péşmerge vegerîya.

Gelyé Elî Begé ket, dagirkirin Sipîlek,
Çîyayé Korek wenda, ka çi dibé ey felek.

Şûn dibûn bi vî neyar, şev û roş kir galegal,
Ji wan wetré ev rewşa, bikudîn bi meh û sal.

Tabûra yekem rabû, girtibû çîyayé Pirs,
Deng kir tabûra duyem, ji bo Barzan tu netirs.

Heriş kirin bi carek, wan re cahş alîlarî,
Béhewar iro Barzan, péşmerge bésitarî.

Hewar dikim Îlahî, ka bisulman tev bira,
Vé zilmé Tu dibînî, çima kes nayé vira.

Mexseda Ebrehe bû, bes hilşandina Kabe,
Ev insanan dikujin, wé halé me çawa be?

Şervanen me bi sebir, himber wan di tengasî,
Tu Rebbé erd û ezman, ji hovan bik xilasî.

Berzani got ez li şer, kî li gel min ser çeva,
Kesé here oxir be, kesé bimîn mal ava.

Miré nemir bi bawer, panzde kes ve li kozîk,
Du tabûr devî’l Bilé, péde péde hat nézîk.

Alîkarén neyaran, kok bé heft hezar ceş,
Péşmerge bé mecal bû, békéf birîndar nexweş.

Duldulén me béqidûm, lexerén me bûn telef,
Selefé me kuré Zal, Selaheddin re xelef.

Ré girt me li neyaran, wek deré kela Xeyber,
Halé wana bibînin, ji wan ka çi té xeber.

Barzan navekî giran, ne wek bajarén din e,
Barzan giranbiha ye, wek irz eyal û jin e.

Ger Barzan bigre neyar, namîn doza Kurdistan,
Bé welatî zor fedî, havîn dibe zivistan.

Du alî ve péşmerge, hériş birî ser neyar,
Bi wana vedidan yekbiyek wek meré teyar.

Ji dagirkerén Bexda, péncî û çar kes kuştî,
Rev bi wan ket bi carek, leş li peyî xwe hîştî.

Béşik ev herba giran, ne wek Bedr û Uhudé,
Kesiretik mezin bû, ewlat nehat hişé dé.

Bawerî serkeftine, kî ji Xweda bik miraz,
Wé li himber neyaran, her tim bibe serfiraz.

Ji ber van kirnén hana, ez heyrana Berzanî,
Lew re ev hîmmé îro, ewî ji me re danî.

Tîréjnén tavé hatin, li pey xwe me hîşt évar,
Mîré Nemir, hezar rihmet li ser ruhé te bibar.

Hüseyin Türk

Hüseyin Trk
Kayıt Tarihi : 8.1.2011 13:41:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Hüseyin Trk