Dengê def û zurnê tê, roj bû şahî
Dîlan dîlana me ye, dem bû şahî
Tirk û Kurd bira ne, her dem bi hev re
Qada Amedê de têr çêkin şahî
Amedspor hat qadê, bikin serkeftin
Nîjadperest kor bin, bibin serkeftin
Tirk û Kurd bi hev re, biratî dil de
Îro roj pîroz e, gel re serkeftin
Dîlan û dîlan e, bi ser vê axê
Biratiyê nexin çala bin axê
Îro govenda rabû, dilde kelecan
Amedê hez bikin, şên kin li axê
Amedspor bi coşî derket ser qadê
Qezanca bi rûmet xemilî qadê
Tirk û Kurd biratî her hebe Amed
Dengê te bilind bû bi ser vê qadê
Amedspor rûmet e, şana Kurda ne
Beşiktaş bi reş-spî, xala dila ne
Welatê me Kurdan evîna geşe
Her bijî Beşiktaş, Amed desta ne
Mehmet Çobanoglu
21.09.2026
Gürpınar
Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 21.09.2026 16:46:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!