Xwestin Şiiri - Zandar Amari

Zandar Amari
113

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Xwestin


Ey qederê tu qet dizane min ji te di xwest
Wekî berfa çiyayê Sîpanê Xelatê dil paqij bin
Çavên li hemberî rastîyê ti carî ne xarij bin
Gotin li hemberî gotin nerm ne ku gij bin
Bila bi hogirî bin ne bi dijminiya bi dij bin
Ey qederê tu qet dizane min ji te di xwest
Dahl û rezên warên pepukan her ter bin
Zevî û banekên rebenan her daîm geş bin
Çuk û çivîkên di xwazin bifirin bi perbin
Her kes bi azadî di hindurde anjî li der bin
Ey qederê tu qet dizane min ji te di xwest
Mirina ku tê serê her kesî bila hebûye
Lêbelê bila ti carî kaliya bi hêsîr tunebû ye
Sêwîtî, bêkesî û dilêşî tûne bûye.
Rengên jiyana zarokan ti carî tarî nebûye
Ciwantî qet neçûye xweşiya wê her hebûye
Ey qederê tu qet dizane min ji te di xwest
Her kes bi miraz û xwestina dilê xwe bê
Her kes ji her kesî qayîl, ji her tiştî razî bê
Gul her dem gul bê, lêbelê taq bê histirî bê
Her kes wekî hev, ti kes ji ti kesî ne cuda bê

Zandar Amari
Kayıt Tarihi : 11.5.2024 17:33:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!