Ji zozanên dilê min
Çûk firîyan berîyê,
Sîya tenêtîyê girte çolistan
Bêteyî şevistanên reş û tarî...
Çirûskên hêvîya hatina te
Di perpite wek şewqa çirayan
Li ber bayê.
Li pişt wan girên temenî
Bêhn hewa bû ji kaniya xemê,
Hêvî mîna xezaleke birîndar
Li şeva lal direve.
Sîya bîranînan mîna xumxuma çeman
Diherike ser pênûsa min a şikestî,
Stêrk di xuricin di xewna evînê de
Dema xumam digire awextên te.
Lê ez dîsa jî li bendê me;
Bila stêrk li esmanan bibrêqin,
Bila ba reşahiyê bişo ji porê şevê,
Dê rojekê ferman bide dilê birîndar
Û bihara te vegere ser van axên lal.
Harun Değer
. 29 İlon 2026
Harun DeğerKayıt Tarihi : 30.09.2026 10:04:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Hikayesi:
Bir aşk şiiri




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!