Tu her rengan xemilî yî
Werdeka axa Kurd’anî
Pir nazikî xweş dimeşî
Ser mêrgan û li kendanî
Werdeka min per-baskê min
Şewq û şeveqa dilê min
Ne şerm e û ne jî eyb e
Min nereve were ba min
Werdeka mine ser golan
Ji bot e ez pir bengînîm
Dilber amin, bedewa min
Ji te tê bêhna her gulan
Ji morî, mircan,sedefan
Werdeka mine xemilî
Ne ez te ne tu min bîr ke
Bê te dilê min qimilî
Werdeka min, serdilka min
Heyîna vê cîhanê yî
Tu min re canî, jiyanî
Ronahîya nav rojan yî
18.01.2017
İstanbul
Kayıt Tarihi : 19.1.2017 00:12:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!