Warek Şiiri - Ömer Dilsöz

Ömer Dilsöz
57

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Warek

Warek li ber çavên min dileyîze
Keçikên çavxezalî
Kurikên simbêlqeytan
Di serê govendê de bablekanê direqisin
Govend şidiyayî
Rû tijî ken
Ji çavan çirûsk bi çirûsk hêvî dibarin
Lê bîskeke dî
Dengekî ji gurîska agir
Wekî stêrkeke berwext birêje
Tê û di dilê govendê dikeve
Çavên xezalî kil dibin bi axa sar
Simbêlên qeytan bi ser de dibin xwelî û ar
Ken koç dike
Hêvî tenê dimîne bê star
Bê hawar

Warek tête bîra min
Di navbera xewn û nîv-hişyariyekê de
Li ser kûpê xweliyê
Û ez lê me,
Tiyê hezkirinê
Birçiyê azadiyê
Hingê;
Tîhna xwe bi çirûska çavên xezalî dişikênim
Evraz evraz li hêviyê digerim tê de
Ez kuştiyê wî kenê ser lêvên hinguvî me
Nişîv nişîv ji xweziyê vedigerim pê de
Ez nexweşê wê gerdena qazî me
Berwar berwar ji dil diçimê pê de pê de
Lê kulmek ji bizoteke mirinê
Di bêdengiyeke ker de
Dadirije ser min
Bêhnê li hêviya min diçikîne
Çavên xezalî vîr dibin evraz evraz
Lêvên hinguvî şîn dibin nişîv nişîv
Gerdena qazî rasteax dibe berwar berwar
Û ez dimînim;
Bê hêvî
Bê xwezî
Bi tena dilekî bê war
Warekî bê yar

2008-09-15/Diyarbekir

Ömer Dilsöz
Kayıt Tarihi : 15.9.2008 14:33:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Hikayesi:


kırgınlığın özleme dönüş halini 'bir yer' adı altında imgelenmesidir bu şiir

Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ömer Dilsöz