Va çi reka dure canê
Sal vegeriya tû nehatî
Kanê soza te çi bu kanê
Sal demsal çun tû nehatî.
Her roj te digerim yarê
Bêrîya te dikim sibe êvarê
Xwezî wan rojên me berê
Emir qedîya tû nehatî.
Êki çun zivirîn yek û yek
Tenê tû nehatî tek
Xwezî min bidîta çarek
Dil helîya tû nehatî.
𝕸𝖆𝖒𝖔𝖘𝖙𝖊 𝕯𝖊𝖛𝖗𝖎𝖒î
𝓔𝓷𝓺𝓮𝓻𝓮 29.04.2026
İlker Murat Çinitaş
Kayıt Tarihi : 29.04.2026 23:09:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!