Lê dilberê berx û xezal
Çav belekê bi şan û xal
Dil û cîger xewn û xeyal
Te ez helandım dîlberê
Kezîyên sor çavên belek
Bijang û ebruyên xelek
Ruh û dil da horî melek
Te ez helandim dîlberê
Ji hesreta wan lêvê sor
Bume gêj û nexweş û kor
Ketîye goşt û hestîyê min çor
Te ez helandim dîlberê
Dîlberê bulbila bexçan
Agir û pizotê dilan
Mîsk û embera kulîlkan
Te ez helandim dîlberê
Pêxwas berfe tu jî tavî
Dilê nexweş ra hinavî
Lêvê zuha ra tasek avî
Te ez helandim dîlberê
FİKRİ AMEDİ
Fikri AmediKayıt Tarihi : 10.12.2017 11:12:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!