Ev dildarê bejn û bala
Çav mezina reş beleka
Ev mirîyê rû şepala
Şuf nazika wek meleka
Ez serqeya kezy û birh û
Bêhvil û devê te ma
Ez gorîyyê fedy û kirn û
Awir û nêrînê te ma
Danê dildar ku tune bê
Hebûn nebûn wekî heva
Lewra dil bi xem û êş bê
Mirin saxî wekî heva
Tişta herî xweş li ba min
Hişyarbûna li ba te ya
Tişta herî feş li ba min
Dûr durbuna ji ba te ya
Ez hêrsvanê wî kesî ma
Ku carek navê te bêjê
Ez neyarê wî kesî ma
Ku tiştek digel te bêjê
Kayıt Tarihi : 15.12.2018 20:35:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!