Li ser çiyê şivan xuyan
Bila nebe baran boran
Berxik di li ber sîyê ne
Kalînî ket di nav mîhan
Destê şivan de bilûr e
Bilûra wî pir dilûre
Di nav kulavê şivîn de
Perxika sor pir zêde hûre
Erd û ezman lê miraz e
Wîtînî ya teyrê baz e
Welatê me mîna zêr e
Şivan jî ba me birêz e
Ew şivan e tim hêzdar e
Rûnîştî ye ber zinare
Bilûra xwe xweş dikute
Ew evîndar bi dildar e
Şivan xort e berxwedide
Ava çalaz dengvedide
Lo şivano bilûrêxe
Roja welat nû vedide
Bi zozanên welat geş in
Coş dinalin berx û pezin
Şivan çol û ber dimeşe
Bi diqîrîn teyrên baz in
Mehmet Çobanoglu
15.08.2026
Gürpınar
Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 15.08.2026 12:01:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!