Derdê welat giran e
Komkujîya Kurdan e
Bêwijdanên li bê rehm
Gel qir dikin rojan e
Ezman reş bû, dûxan e
Kezeb şewitîn derdane
Wehşeteke girane
Qîrîna me Kurdan e
Pir destek dan zordaran
Dinya kerr e ber zilman
Wêran bûnan malan e
Gel qirdikin gulleyan
Wax Kurd ketin li şînê
Ax dinale ji xwînê
Li ser axa pîroz de
Rabikin li vê şînê
Rojrên reş zû bicehmin
Bila zarok bikenin
Li ser vê axa pîroz
Neyarên hov digerin
Me re êş û ferman e
Salan e me dûxan e
Êdî rakin rojên reş
Serheldana gelan e
Her roj me re kul, derdin
Neyarên hov me berdin
Bo azadî û aştiyê
Wele hemû Kurd merdin
Mehmet Çobanoglu
22.01.2026
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 22.1.2026 13:17:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!