Roj Bilind dibe Şiiri - Serhildan Azadi

Serhildan Azadi
4

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Roj Bilind dibe


Evran reş girêdan
li ser mirovahîyê
Yezdanên bi rûpeş
cardin rûreşîyê xwe
E bêbextiya xwe nîşan dan
zarokên dilê wan ji bo azadiyê lêdida
bûn tirs û xof,ketin dil
û mejîyê Nemrûdan
Bên mêrdezîna şev û rojê wan.
Îbrahîm pêxist arê azadîyê
Zarokên ku çav ji reojê ra şikandin
Bûne xof ji Dehaqan re
Netewandin serî ji Firewnan re
Roma bêbext
cardin Îsa anîn çarmixê
Zeûs carekedin,
Prometaus li zincîre dan,lê
ronahîya Prometaus netemirî
û ji nûve ronî pijiqî ser tentan
Dilê azadî ji nû e xwe geş kir.
Vekir"n qutîka pandora yê
xirabî belavbû li cihanê.
Bihûst bû dojeh.
Bêhêvi belabû li ser mirovahîyê.
Kêmhevaltî bû bingeh
ji tarîyê re
bû bingeh û hêvi
ji xayinan re.
Roja ku dibirîqî xwestin
bi ewran reş û tarî bikin.
Lê roj çirûska ronahîyê bû
di nava ewrên tarî de.
Bi hezaran çirûsk
bûne xelek
li dora rojê
bûn hêviya mirovahiyê,
bûn qehremanên serdema

ji gerdûnê re.
Roj
di nava tariyê de ronahî bû!
Roj
neçîrvanê heqîqetê bû.
Roj
hevaltî,evîn,
Bawerî û hêvi bû.
X
serhildan azadi/15.02.2014- Îzmr

Serhildan Azadi
Kayıt Tarihi : 13.4.2025 20:43:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!