Peyv Şiiri - Selim Temo

Selim Temo
16

ŞİİR


99

TAKİPÇİ

Peyv

devê gur girêbide, devê gur girê..
lê hema ez, bi vî ziman û zêna folklorik
siwar im li hespê gotinokan
peyvên min li dorhêla bajêrên mezin
wek nameyeke wenda ji dema xwe dûr
kî mir kî çû kî ma nizanim

peyvên min di hingora serdemê de bêmefer
nikarim bêjim ez ji te hez dikim
te ez kuştim rast e, aşiqê te rat e
peyvên min wekî min şel û şat in
li ber sekeratên demê her disojin wekî min

di cîhana wergerê de bê zar im bê ziman im
peyvno, werin min hilgirin û bibin

Selim Temo
Kayıt Tarihi : 28.10.2012 18:50:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Selim Temo