NETIRSIN ZAROKNO
Di quncik veşartî de kenê hezar hêviyan Di tîpên zimanê qedexe de dengvedan dike
Û tê li ser ruyê zarokên Kurdan disekine
Ûxur’ê rû hîv
Ceylana çav zift
Mirovên qetilker destê xwe dişûştin
Bi xwîna wan Û bi awiran belav dikin
Li ser zarokên mayî
Ji ber ku ji zarokan gelek ditirsin
Wa zarokno Hûn neviyê Meda ne Xeyalên xwe babikin
Di nava mîstên xwe de
Bila tenê bêhna xeyalen we bimîne
Li ser darên hinaran
Bila çîroka we be
Azadî
Ji xwe re li asîmana cîhekî bibijêrin
Û temaşe bikin qada xotan
Cendekên Ûğur û Ceylan
Cendekên piçik piçik bûne
Bibînin
Êdi netirsin
Ji diranê wan ê tûj Kevirê destên wê zirave wan diqetîne
Kayıt Tarihi : 4.3.2023 23:48:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!