Meh Adar e berf dibare
Em çi bikin dem pir sare
Refên qulungan rêdane
Ji vir wê de me bihare
Hatina qazan pir nêze
Koma wan jî rêz bi rêze
Ji bist yekê Adar ê de
Cejna me gelan Newroz e
Vejînî ya jiyanê ye
Mizginî ya biharê ye
Şitilan de gul hêşîndan
Pirozbûna Newroz ê ye
Neyarê hov me nikare
Êdî gelê me heşyare
Em rêwî yê rojên xweşin
Welatê me xweş diyare
Gulên Newroz ê pir geşin
Pelê wan jî qet naweşin
Ji bo azadîya gelan
Heval, hogir tev dimeşin
Mehmet Çobanoglu
21.03.2018
Silivri
Kayıt Tarihi : 31.5.2018 19:36:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!