Bi avbûna xwînê sosin geşbûn, çilmisîn gezgezok
Bimrim di nav zevîya mayîn tê de
Da ku tê min çal bikî bila ew sêhr betal bibe
Di xewnên çevvekirî de tu hîva çardehşevî bû
Di şevên şevreş da
Dilopên rondika azadîyê dinifsîne liser sûretên sor
Jîyan bi rûmet be berfa kizir agirê dil daxdike
Şîret di guhênme de stranek bêhempa ye
Ma qey te berxê ber kozikê hembêz nekir malxerab
Evîn difetise di nav kevkanîkên zaran de
Şikestî ye per û baskên qulingan
Hêvî qerefîlka sê şuruke,
Di bin sîya kofîya te de mexelbûne karxezal
Wek kêvroşkek şermok û tirsonekim
Di nav zevîya dêmî de bin tava tîrmehê
Bi kêrek kor min bikim rişte, raxin liser ristê
Cixaran liser lêvên şeqbûyî de govend girêdane
Va bişkivî roj, Newroz e
Xwe bixemlîne bûka baranê
Kî bêbextî di kûranîya dilê te de ez çikilandim
Bê av mame bê av
Erdnîgarî qeder, Xizanî kewneşope ji me re
Yekî bîyanî, bêbav û pêxas pênûs şikandîye
Pêpirîk im di bin lingên dujmin de
De rabe dayîka min a kesk û sor û zer,
Bibim pêlên bayê sar, hişkî û seqem bahoz
Di quntara cot memikên te de
Germahîyê bigerim
Sozdar be min bi şîrê diyîkê têr bike
21.03.2025 Şahabettin IŞIK
Şahabettin Işık
Kayıt Tarihi : 8.4.2025 22:15:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!