Carna mirov bi tenê temaşavanên jiyanê ye,
her beşek naverokek nû dihewîne
Her serpêhatiyek, rû bi rû bandorek cuda li ser dixe
Keser, wek berfekî bêdeng dikeve nav dilê wî de
Hinek caran ew keser nahêle,
ew tenê pê re di hewisîne
Zarokatiya me di nav xizaniyê de derbas bû
Nizanim ew ji bo me bargiraniyek bû?
Her ku em mezin bûn, me bersiva vê yekê fêm kir
Bi vî awayî rojên me yên sar ên zivistanê derbas bûn
Li şûna gûzan, me kartol sor dikirin;
li ser sobeya me ya ku bi agirê germ û geş dişewite
Ma hûn tiştên ku ez di bîra xwe de dihêlim bi bîrtînin?
Me yek ji wan tomar nekir, ne wisa?
Dema ku ez çîrokên xwe vedibêjim,
bila dengbejên min bi derkevin holê
Ez êdî wan venaşêrim
Tiştek ku min di hundirê xwe de asê dike, bêwate û gewr
Ji şevên dirêj û yên ku aloz min difetisînin,
bi tenê dihêle
Di nav xelkê de jî ez bêkes dimînim, bi êş û xemgîn
Ez ditirsim dayê, bîra jîyanê da çûn û hatinên min ranawestin
Ez morîka veşartî ya Rojhilatê me;
bi her gotin û her mêvanperweriya xwe di dilên mirovan de cih digirim.
Gelî dibin gerdenî li stûyê min, çiyayan min digirin di sînga xwe de;
li ser cemedanên Cîlo û Satê ez hewesê keşfê mezin dikim.
Xweza hemû rengên xwe li ber mêvanên min belav dike.
Carinan ez dîrok dibim, di guhê mirovan de dipeyivim;
Dixwazim bi pirrengî gazî te bikim
Kî vê yekê bibihîze, bila dilê xwe bêdeng bike
Bila her dil ji bo demekê li balê bisekine
Bila dengê min li hemû gelî û deştan belav bibe
Bila rengê min ê şîn, zelalî û aramîyê bîne,
Jiyan kurt e, dem pir taybet e wek hûn dizanin
Êdî min li xwe biryarek da
Ji xwe ez di nav jîyanê de kulîlkên rengîn
û xwezayeke paqij dixwazim
Bila xweza, barê li ser dilê min sivik bike
Jîyana min wekî birêveçûna kûsî bibe, hêdî û hêdî
Ez li benda şeveke din im
Demên tirs û dudilî yên min derdikevin holê
Mîna ku em her roj di heman demê de hev dibînin
Çiqas hewl bidim ku birevim jî, bêfeyde ye
Di van demjimêran de, tenêtiya min dest pê dike
Ez xeyala keçekê dikim,
dibe ku ew qet nizane
Ez di her siyê de silûeta wê dipirsim
Ez dizanim ew ê qet nizanibe
Ez wê di xewnên xwe de bêhtir dibînim
Evet, çaldım…
Güzel insanların ruhundan
bir parça umut,
yarına uzanan ellerinden
bir tutam cesaret…




Bu şaire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!