Kurê min...
Şevên tarî
bé te derbas nabin.
De were êdî
hêjayê dilê min
Dilén zirav b
bê te qet şa nabin.
De were êdî
wateya emrê min.
Rêyên xerîbiyê
ber bi te ve nayên.
De were êdî
Gula baxê min.
Te ji çûkan dipirsim
qet xeber nadin.
De were êdî
êşa dilê min.
Serê min li ser balîv
Tû di bîra min de.
De were êdî
stêrka şeva min.
Ev salek sax çêbû
ez dengê te nakim.
De were êdî
Were kurê min...
02.02.2008
İrfan Görnü
Kayıt Tarihi : 4.2.2026 16:35:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!