li ser textê tarîyê rûniştime
bi teşîya sebrê gulîyê şevê
û bu hirîya helbestê kulavê xemê dirêsim
ez im evdalê bêgor
termê min li pişta min
li goristaneka rizgarkirî digerim li hawirdor
Ji bo guhê heft tebeqeyên ezmên
nifirên bi firê neketine didim hev
ji ser zimanê jinên kerbelayî
kirasê tirsê ji xwe datînim
û şevder dimînim li bîrên ku şevşevok
di wan de pev şa dibin
li newaya sirûda xwe digerim
li newalê gur lê dizûrin
nikarim birevim ji qedera xwe
di zikê kosîyekî de têm sucdê
ji Xwedayê azadîyê re
dema ku tarî
bi xencera xwe ya zingarî
diqelêşe zikê şevê
li ber sîya xwe radizêm
û ji tenêtîyê dizêm
bı dengê girîyê te
peykerê êşê dihûnim
ez im dirûnvanê xeyalan
ji kirasê maran demsaleka beybûnî
difesilînim ji kenê te re
ji meşa te re ezmanekî keskesorî radixim
de were bigêre
vî dilê ku natebite
bi nigên xwe yên qurnefîl
Kayıt Tarihi : 10.5.2025 16:43:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!