Kürtçe şiir Helbest
Ji ba gulî mam bê dilî
Liba Xwudê dikim gilî
Tev der şilî laş bê cilî
Reben pepûk vî bilbilî
Ser tewitî dil kewitî
Jîyan limin pir şemitî
Yar xwe birî dilêm birî
Kokela min xira kirî
Ax va derda dev ne berda
Xweş û geşî tev bû winda
Êş li dila bar li mila
Zuwa bûma wek qaqıla
Çav qerimî dil werimî
Hebûna wê wek melhemî
Bume winda ez li vada
Li hêvîya keça Seyda
Ewe dil dar eve dil dar
Dilê me lev bu evîndar
Ewe dil war eve dil war
Dilê me li hevdu bû war
Niha ew yek niha ez yek
Em herdu wê bibine yek
Ew sitrênê ev sitrênê
Hevîrê xwe bi sitrênê
👉Zandar Amarî Gerboranî
Kayıt Tarihi : 27.12.2018 20:33:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!