Nasirûdewle rebû’j gundé kormasé,
Li Bîzans û 'Ereban ew bûye asé,
Sînoré wî ji Ercîşé heta Xarput,
Xwedî 'edalet bû qewirandî calût,
Ji Nisébîn bigre ew hetanî Mûşé,
Ehlé wî azad serbixwe hat coşé.
Dîyarbekir’b kevré reş e,
Payîtextekî bi nexş e,
Nav zikirin ewqas xweş e,
Dîyarbekir Dîyarbekir.
Sûra wî gelek meşhûr e,
Navé me kurd, kurdistan jî war e,
Bi şax û gelî, bi av û dar e,
Jin û keçén kurd wek jinamazon,
Şerme dibén “jin he parsya xar e.”
Em bi xwe hesyan geryan tova par,
Çend kes hatin ser rû erdé, mirrdar an jî hukumdar,
Ji serîyan birc bilin bûn, bi cendekan sûk û war.
Ji wan Şeddad an jî Qarûn, dem hat Firewn û Nemrût,
Aqûbeta wan bext bireş, nedîtin kozer û qût.
Ey Şehidé dîn,
Canfidayé gelé kurd,
Sultanté texté dilan,
Mamosté şagirtén kurd,
Ev neh sale min nedît,
Tené maye qewmé kurd
“Qet zana û nezan dibin yek”
Zûmer,ayet; 9
Belé nabin yek zana û nezan,
Belé nabin yek zîrek û xizan.
Cehalet ar e gelek rûreşî,
Ey dewra bindestî ey dewra reşa mûlewwes,
Ji bo çi em hincirîn bo çi zoryé kir hewes,
Ji ber zilmé, dîroké bibéj dewra îstibdad,
Bizanbe tu car kesek te bi xér qet nake yad,
Tu kesek nîne békes,
Heye kesé herkesî,
Duné de emin békes,
Me’d bîr bîn Kesé Békes.
Wext li me jî buhurî,
Mamosta, mela, serok, qazî, qumandar,
Réber, bétirs, destegîr, çekdar,
Şoreşvan, egît, namdar,
Qesasé seré neyar,
Ger bibéjim
Berzanî,
Xerîbîya sirgûné, nade meriv hedûré,
Penahende bi cûrî, dibe’j meriv abûré,
Ziman û dada cuda, ling bavé dibén kuda,
Xwedané qesr û qonax, li benda rihma Xuda
Bu şaire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!