Xêr û xweşî mala me
Şahî ket nav şeva me
Kom bin werin dîlanê
Pir çelenge lawê me
Bûk û zava cem hevin
Tu car bi hev narevin
Keç û xort jî qeşengin
Govendê de ba hevin
Dengê defê, zirnê ye
Bûk jî eşqa zava ye
Keç û xort dileyîzîn
Gerîna govendê ye
Bûk û zava xweş zanin
Mêvanên wan dil, canin
Di kembera bû kê de
Xiştinîya zîvanin
Bûka me wek bilbilan
Birh ê wê wek simbilan
Rabin werin govendê
İro me re bû dilan
Mehmet Çobanoglu
02.08.2017
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 3.8.2017 00:57:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!