Dilo dîno tu war bi war digerî
Nikarim derdê te bikşînim dilo
Wekî mozê ji her kulîlkê distînî
Nikarim derdê te, bikşînim dilo
Keçê çarde salî, ji min duxwazî
Ji deng û gemara evan bajaran
Were em herin zozanan dîlber
Ji kîn û kerba evan dilsaran
Were em herin zozanan dîlber
Herin zozanan nav bexçê hêşîn
Ne kêf û şahîya biharê dixwazim
Ne jî, gul û çîçekên havînê...
Ne xeyala bayê payîzê dikim
Ne jî hêvîya berf û barana zivistanê....
Ne li benda mal û milkê dinyayê me jî,
Meqam û mewkîyên bilind jî naxwazim
Dayîka min!
Li warên ji te dûr
Di Rêya Rebbê te de,
Lawê te me ku tekoşîna jîyanê didim
Min Xwest îro ez ji te re nameyekê bişînim....
Dilê xwe ji dilê te re vekim, dilê min ê ku sermê dike
Karê vê dinya çewte, tişt jê nayêt fahmkirin
Devê şêran kilîte, kûçik û ker dizirin
Gur ji berxan ra şivan, hirç û rovî nêçîrvan
Mêr bi qedrên mêran zane, serraf bi qedrên zêran
Nav rovî û çeqelan da, tune qîmeta şêran
Bi mêran ra rabe runê, bi egîtan ra bigere
Mal û meqam û ewlad, xapandina dinê ye
Mal qirêja desta ye, wek kefa ser avê ye
Ji bo axretê bişîn, di pêş xwe da tiştekî
Heger li ser erdê hukum bajon fîr’ewun
Lazime li hemberî wan em bikin serxwebun
Li ser me ferze, ayetin ji Qur’ana mubîn
Heryek emir û fermane ji rebbê alemin
Lê dilberê berx û xezal
Çav belekê bi şan û xal
Dil û cîger xewn û xeyal
Te ez helandım dîlberê
Kezîyên sor çavên belek
Çêrokek şêrîn hate bîra min
Ji qissê hîsê derxe tirşikçî
Wek segê kûrmî, digerî li nîn
Şerm û fedîye bese tirşikçî
Herdu çavê te li derê malan




Bu şaire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!