Eger li hember zalim û zordestan serê te bilind be,
Eger te serî li ber bêrûmetan xwar nekiribe,
Eger çavê te li sifra dewlemendan nebe,
Eger te dilê xwe nebijandibe, meqam û mewkîyên bêxîretan,
Eger te dilê mezlum û belengazekî neşikandibe
Eger te ji ber gunehê xwe ve tobe kiribe,
Çav xezalê narîn dîlber
Tu jî wek min tim bihelî
Sitûxwar û pişt şikestî
Tu jî wek min tim bihelî
Li bexçê te gul şîn nebin
Rêya min, ber bi bajarê Amedê ket.
Li kel û kaşxaneyên vî bajarê wêran gerîyam.
Min dît ku di şuna şalur û bilbilan de kundê kor dixwînin.
Min ji kundê kor pirsî, got:
"Rewşa vî bajarî ci ye, çawa diçe,
Di derheqê vê wêranîyê de çi dibêjî?
Çum bajarê Helepçê, min dît reşî û wêran
Goristana şehîdan, agir ber dide dilan
Ber âbîda şehîdan, min guhê xwe da axê
Tev lanetê dixweynin, li vê dewr û li çaxê
Bixwin efendino bixwin, wek malê dê û bavê xwe
Ger we zikê xwe têr nekir, hinekî têxin çavê xwe
Tev ê we ne efendîno, qesr û qonax welat û war
Giştî bixwin bikin serbar, bixwin û bibin gurê har
Dengê şalûr û bilbilên awaz
Ket deşt u dolan, dikin bangewaz
Tembur dibêje, lêdixîne saz
Îro bihare, Newroz hatî ye.
Li gulîstanê, dawet û dîlan
Bihar û havîna, bêxêr û bêkêr
Ji deşt û newalê, bejî çêtir e.
Ji sohbet û qala, nezan û nemêr
Xeyala alim û sofî çêtir e.
Parîyê axa û began û mîran
Ji însanên xwedî mal û mulk re nabên dewlemend,
Ji însanên qenaetkar re dibên dewlemend.
Însanên ku çavbirçî be û ne qenaetkar be,
Di nezera Xaliq û xelkê de xizane çend.
Qenaetkar jî, çiqas feqîr û xizan be,
Di nezera xelkê de dibe dewlemend
Di bin wê çarşefa reş da
Min çavên reş û belek dît
Di bin wan lîbasên reş da
Min ebruyên wek kevan dît.
Mijgul wek tîr li dil ketin
Şevên zulmat û deryayê
Ji Amedê xeber nayê
Şikestî pişta de’wayê
Dozam xerab buye dayê
Dayê me yek bi yek kir rê




Bu şaire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!