Dîtina te ax dîtina te
Bihara zivistana min
Kulîlka bihara min
Bêhna kulîlka min.
Ji min bipirse
Kiye dermanê jan a min?
Û ji janê jî bipirse
Gelo kiye ew êş û jan?
Dîtina te ax dîtina te
Rûheyva min
Çav şîna min
Awir bedewa min.
Ma dîtina te qedexe ye?
Çima ew qas ji min dûr î?
Ma ez Mem im?
Çawa bikarim ji te dûr bisekinim?
- Berzan bedlîs
Berzan BedlisKayıt Tarihi : 22.06.2026 19:41:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!