Dinya Bê Te Ne Xweş e Şiiri - Zandar Amari

Zandar Amari
113

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Dinya Bê Te Ne Xweş e

Bê te ev sing li dil tenge
Dinya bê pejn û bê deng e
Sirûşt li ber van çavên min
Gelek tarî'yû bê reng e

Yeke li ber min roj û şev
Xweşî bi çargavî di rev
Deka çi bikim ez bê te
Mirin û saxî mîna hev

Rekehe bê te ev bajar
Dûrî, kirime zerd û jar
Ji xemên veqetandinê
Dil bi qêrîn û bi hawar


Kezeba jan bê hilm mayî
Dilê azad girêdayî
Lêvên zuwa bê tam mayî
Hinavên li min dax dayî

Bi çûyîna te ji cem min
Helbest ji watê sil bûye
Ey fedîzara dilê min
Dilşadî bi dawî bûye

Zêr li gorî min ne zêr e
Ev çav ji her tiştî têr e
Bes, ez bi xwe bi xwe re
Hew bi tenê bi sîyê re

Şîlo ketî herdu çavî
Wekî xwelîya geravî
Bi êş û ser tewandîme
Bi çûna bejna ziravî

Îro min di xewda dîtî
Sitrana evîn dixwendî
Hilma min bi xemên ji te
Di recife vaye çendî

Zandar Amari
Kayıt Tarihi : 21.11.2024 21:29:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!