Dijî Zilmê Şîyarbûne Şiiri - Mehmet Çoba ...

Mehmet Çobanoğlu
1974

ŞİİR


13

TAKİPÇİ

Dijî Zilmê Şîyarbûne

Ji bo bindestan serxwebûn tim jiyan e
Wek dayîkan him can e him giyan e
Êdî pêşberê tank û topan, mêrkujan
Hemberê zilmê berhev bûna gelan e

Roj hilatina gelê Kurdan pir xweşe
Wele roj ev roje jê ronî diweşe
Raperîn, serketin bi her dem rûmete
Xisletê ew kesê bêşeref nexweşe

Pir salane mel zîndane me lêdane
Dijî zilmê, şiyarbûna me Kurdan’e
Êdî hindik ma zilm û zor ê biqede
Cîwan rabûn, me Kurdan re serhildane

Ev berxwedan têkoşîna hevalan e
Karê merdan û daxwazîya gelan e
Tirk, Ereb û Ecem bila bizanibin
Ala rizgarîya Kurdan ser milan e

05.04.2016
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 5.4.2016 21:44:00
Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!