Bi xweş hatî ey cana min
Tu yî hilm û jiyana min
Badeya li meyxana min
Bêhna gûl û reyhana min.
Bi xweş hatî nav warê min
Bi geş hatî ser serê min
Laleşî'ya ber dilê min
Her li te ye rûberê min.
Pel û fêkî li darên min
Sivikî ya li barên min
Senahîya li karên min
Tu roşena bajarê min
Wateya li helbesta min
Dergûş û hem darbesta min
Li dû cîhan tu qesta min
Bi te hest û helwesta min.
Dilê'm Mem e tu Zîna min
Warê'm bihar tu bîna min
Hizir ax e tu şîna min
Germahiya li xwîna min.
Tu dermanê nav dilanî
Tu êşrakê tev derdanî
Tava rojê li te danî
Tu xemla Tor û Botanî
Bi ramanan tu zelalî
Mîna perîşt tu delalî
Tîrejeka ji kemalî
Ronî kirî wek şemalî.
Kayıt Tarihi : 19.3.2026 19:59:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!