Delalîya mine bi dil keser
Rojane aramî tune ji bo min
Li vê girtìgeha reş û tarî de
Ez dixwazim her şev were xewna min
Gula mine ser mêrgan û zozana
Ax dìsa jiyan li min herimandi n
Min girtin avêtin vê zîndanê
wax li min , dilê min ji qijilandin
Kewa mine per û bask lê şikestì
Min re ne ronahî ne jî şahî ye
Rom' ê bi her destê min kelepçê xist
Ji min re ne ken ne jî kêfxweşî ye
Gul, sosin, bihar û nergiza min
Min te qetandin min bêçare kirin
Li agir berî dil û canê min dan
Min pir perîşan, pir şerpeze kirin
Lê bermalîya min, şekir, şêrîna min
Ez bi derdan, ez kederan dinalim
Ev der min re kul e min re xem e
Rojane vê zîndanê de bêhalim
Mehmet Çobanoglu
11. 03. 2018
Stenbol
Kayıt Tarihi : 18.5.2018 01:19:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!