Dîtina te ax dîtina te
Bihara zivistana min
Kulîlka bihara min
Bêhna kulîlka min.
Ji min bipirse
Ez te di nav hemû gulan de bibînim ezê te nas bikim
Di nav hemû gulan da gula herî rind tu yî
Hemû gul yek renge tu tenê rengekî cûda yî
Lê tenê vê dizanim, tu gul î û gula min î.
Tu yî yê ku hîn jî ji min hez dikî?
An jî ez im yê difikire tu ji min hez dikî?
Komkujî heye di welatê min de
Dikujin bê gor dihêlin zarokan
Kaş dikin laşên mirîyan
Li ser axek zûha û bê av.
Kes nabihîze hewara dayikan
Ez Zagros im Cûdî me
Li ber çavên te gundî me
Belê ez gundî me kurdî me
Ma tu dizanî qey ez hindî me?
Baş bizane ez Kurdistanî me
Li bêdengiya min nenêre rûheyva min
Awirên te di nav min de bahozan diqewimîne.
Berzan bedlîs
Maçek bide min, bila ji lêv be
Ji lêv nebe, bila ji dil be
Berzan bedlîs
Bedewbûna te çav ronî dike roj tarî dike.
Heyv li hemberî te xweşikbûna xwe wenda dike
De ka bêje ev çi bedewbûn e?
Ez bi qasî dilê xwe ji te hez dikim
Di dilê min de mîna dinyayekî tu heyî.
- Berzan bedlîs
Bayekî dîn di nav min de heye
Ji bahozên bêrehm re şer dike
Berxwedaniyek dîn di dilê min de heye
Ji xweşikbûna te ya efsûnî re şer dike




Bu şaire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!