Berîvana Bêrî yê Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2648

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Berîvana Bêrî yê

Lê berîvana bêrî yê
Bi heyranî te dinêrim
Kenên te wek bihar ê ye
Tu bikene ez binêrim

Li kon vedan ber avan e
Tu jî gula zozanê yî
Roj ketîye ser lêvên te
Tu şîrîn a warê me yî

Dora me de çem û kanîn
Şivan pez anîn bêrî yê
Vê gavê dem jî nîvro ye
Berîvan were bêrî yê

Wele xweş e bêrîvanî
Dem û zaman hê neborî
Keçê tu zehf rû bedewî
Tu xwediyê mî ya sorî

Lê bêrivan, lê bêrîvan
Tu dilek e xweş xwedî yî
Rûyê te mîna hîvê ye
Berîvana vî gundî yî

Mehmet Çobanlglu
10.08.2025
İzmir

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 10.8.2025 18:10:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!