Can rebenê ax lê dayê
Tu kettî çerxa dinyayê
Emre te çu vê hay hayê
Wext herikî şunda nayê.
Serê te bilind wek Elegez
Her tiştê te bu lez bi lez
Ceger tijî gul û merez
Tu nebuyî serfiraz dayê.
Te qet nego şeve roje
Ziar mezin bun roj bi roje
Hemû dilê te disoje
Bê dost û bê miraz dayê.
Me digo dayê te digo can
Her tim coş û zef kelecan
Zu zivirî dem û dewran
Rêya te bu hevraz dayê.
𝕸𝖆𝖒𝖔𝖘𝖙𝖊.𝕯𝖊𝖛𝖗𝖎𝖒î
30.10.2026.𝓔𝓷𝓺𝓮𝓻𝓮
İlker Murat Çinitaş
Kayıt Tarihi : 30.10.2026 22:57:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!