NAVÊ KEÇ Ê ASÊ YE
Navê keç ê Asê ye
Xwe ji qîza Qers ê ye
Ez qurbana bejna wê
Enîya wê da şara wê
Ne xewne û ne xeyal
Asê şewqe û şemal
Jira bêjin şoreşvan
Xwe jî şêre û şervan
Asê Asê Asa me
Rabû ket nav şerê me
Şer jî şêrê me Romê
Biparêzên axa me
Asê me re şervan e
Her tiştan jî xweş zane
Him şervan him rêber e
Ser çîya ê Xerzan e
Asê gula biharê ye
Zozan û zeran de ye
Meşa wê bo welat e
Qedir, qîmet hêja ye
Asê şewqa sibê ye
Ro veda ronahî ye
Xwe jî me re xweş roj e
Xemla ser warê me ye
War û welat me xweş e
Asê Dêrsim, Batman e
Munzur, Cudî, Elegez
Muş, Çewlîk,Tetwan e
Asê xwişka Kurdan e
Her dem bawerî da me
Bo şahî ya gelê me
Wele rabû soz da me
Asê şemla roja me
Bû rêberê gelê me
Jêra bêjin her bijî
Bijî bîjî Asa me
Asê keça Şewan’ê
Bi rojane ser pê ye
Milan de ala me ye
Kesk, sor û zer lê ye
Asê kela Mazgêrd ê
Heyverona Serhad ê
Dengê gelê bindest e
Bilind bû li Amed ê
Asê jine jîyan e
Bu dozvan ê gelê me
Qedir, qîmet hêja ye
Bû qîmeta gelê me
Asê bêgef, bêtirs e
Ne girtî yê Rom'ê ye
Keleşek ser milandan
Şervanê me Kurda ye
Asê çilkê baran ê
Barana behra Wan'ê
Herikî wek robaran
Çû bi berva Koban'ê
Mehmet Çobanoglu
20.05.2002
Stenbol
Kayıt Tarihi : 29.11.2007 13:04:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




TÜM YORUMLAR (2)