Zerîya Min zanî be
Min dil neda xof neyara
Agir ne havîte dilekî
Ez evîndar ekî xerîb im
Bê kes û bê yar im
Gello çima serê min naçin
Ev agiren payiza bê wext
Ka bêje canê
Min baskê kîjan kewê şkestan.
Dilê kîjan yarê xemgîn bu ji bo min
Çend sale ez evdalê xwedê
Benda teme şev û roj
Cevêm reya teda ma
Xwezî rojek derkevî werê
Berbanga sayî
Vek em destê hevdû bigrin
Wext mîna bayê şerqê derbasbe
Em li hev têr bibin
Rojhelatê heta Rojava
Bila em dinê bîra bikin
Êvar bibe sî bikeve zinara
𝕸𝖆𝖒𝖔𝖘𝖙𝖊.𝕯𝖊𝖛𝖗𝖎𝖒î
𝕸𝖆𝖒𝖆𝖐.𝟮𝟴.𝟬𝟳.𝟮𝟬𝟮𝟱
Kayıt Tarihi : 28.7.2025 21:49:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!