Îro dîtim dilberê bi dêhna zûrxezalan
Ketim sujdê li berê bi çar çokên li çolan
Çi bû qesta wê gavê sote dil û hinavê
Bi dilopên ji çavê bihar girte xunavê
Gerdûn dît ji ezelê wê reşiya ji bîban
Li xirbeyê dilê min
Gundek nayê avakirin
Tu li bajaran digerî
Li mîratwarê canê min
Kincek nayê dirûtin
Hemû dinya li min bû yek
Ji min nebir yek pariyek
Tu kes nîne li min hukim
Li dest min de bes giyanek
Tebax 6, 2015
Min dît bejnek ji ezel wir ve
Tevî meş û wezna kihêlî
Giyan têxist di ser laşî ve
Rakir bire nav dehl û dêlî
Min dît tayek da di dest de
Koçber im dîsa ji jana te jînê
Belawela me wek devê birînê
Xeynî hembêza dayê ka aramî
Vaye çûm nema vegerim te dinê
26.08.2015
Di nav razan de bûme muammayek
Minek ku min berda nav valahiyek
Kor mame ji her çar hêlên dîtinê
Çar dor pêçayî dil bi dêraniyek
Ezek ku ji min dûr bi zenkirinek
Çavên tîravêj li dil neke mebest
Nema çavî ku tîrên birû bibest
Reşiya bîbik meke şevên tarî
Dil li dorê bi tewafê radiwest
Her du hîvbijang ji mêj kirim nexweş
Min îro xwe avêt bi ser papûran
Mam li hêviya peya û siwaran
Rêyê rebenê, mîna min bêkes î
Em dê bi tenê bibin malikwêran
24.04.2017
Êş û kulên vî zemanî
Ji kîjan dem ma mîrate
Ji çi kanî çi ramanî
Der bikim da xelas ke te
Ka hezkirin ka dostyarî
Gülden gerdanı göründü gayp kalkınca perdeyle
Kara aynalarda parıldadı ruhlar neşeyle
Gözlerden kaldırdığı anda bütün engelleri
Gören bütün kirpikler durdular selam secdeyle
Bu şaire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!