Zaroktî Şiiri - Timur Üzel 2

Timur Üzel 2
14

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Zaroktî

Zarokek bênav dijî di kolanên hermiza dayka min de.
Lal dibin yên ku biçar çavan li rûyên wî dinêrên.
Dayîka min bihêwl û bigorî rû difetlîne ezman.
Ezman çîk sayî...
Hîva tijî porên xwe diweşîne ser stêrkanda.
Stêrk her wek ku xwe roj diecibînin.
Sed mixabin ku ew ji wek rojê, çiruskên wemirîne li hember şewitandina dilê dayika min.
Dengek difilite ji nav sînga dayîkê de
Wek ku hezar qirik bihevre ban dikin.
Ey Yezdan...
Ey Xweda...
Ev bênavbûyina hezar salan ne bes ku berdewam bike?
Kême ku ji heta koka dîrokê pê de ev gel bigorî û girî ye.

Ezim biherdû destan min xwe spratîye sînga dayîkê.
Wek bêhna heşt behîştan bispire nav herdû cîgerên min.
Bav di banîyê xanîde dest bi xwendina azanekî dike.
Gaziya wî ne ji bo nimêjê ye.
Ji bo navkirina jîyana kambax e.
Di bankirina bavê min de dengê pepûkan bilind dibe.
Her peyv per û baskan didize ji bazan û xwe berî deştên bikoçer dide.

Di nav serê çîyan de erdhejek dest pê dike.
Wek destê dapîra min ku ji bo salên bûri tizbîha selatê dikişîne û diheje.
Xwişkek min kezîyên xwe ji binîde kur dike.
Di nav herdu kezîyan de dergistîye kî qeşeng tê dardekirinê.
Hemu celladên mirivatîye silaxen xwe didin agir,
tên dest didin wî zarokî.
Dibêjin ku ew ne mirovek bitirs û xof e.
Wî mirovatîya dinê kom kirîye li ser lêvên xwe

Timur Üzel 2
Kayıt Tarihi : 28.6.2025 14:34:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!