Kolanên vala
Zarokên pêxwas
Meleyên qifirbaz
Parsekên têr
Genimên serîhildayî
Behna axê
Baranên çilesrî
Kêçên şermok
Lêvên gezok
Şivanên fenok
Tahma nan û tirşê
Çavên li revê
Guliyên mêr xenek
Tiliyên milêbî
Cêwiyên dû zika
Zîqe zîqa lingê panzêra
Kirasê Usib
Kurmê laşê Eyub
Rimê destê Kawa
Kuvarkên berbihar
Şervanên netirs
Dijminên fiss
Rojavaya dilê min
mirî û zindî
jin û mêr;
Ser xetê
Û
Bin xetê
Bîra ku Celadet ji me stend
Şelwerê bavê min
Kofiya dayika min
Bi serê sola min
Gundên bê av û ceyran
Pezê gur dîtî
Tembura Hozan Serhad
Porê Arjen
Devê yarê
Quna gayekî
Xizêma pozê Erebê
Piff kirina lampê
Cutina stûyê 'wê'
Romantîzma bi Kurdî
Hezkirina lewendî
û tu yara min
her hebî û her hebî
Di hişê xwe nim! ewqas material hebe û mirov bê helbest be!
Feridun UrfaKayıt Tarihi : 13.8.2013 14:53:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!