li xewa şevên bêxewiyê
serê xwe datînim ser balîfa
bîranînên pînekirî
û dikevim nav xeyalên
kûr û tûj
pişta xwe dispêrim
êşa berbangan
bi nefsçûkiya giyan
silav dikim
di diltengiya rojên bêdeng de
diponijim
helbesta xwe ji gewriya şevistanan
dişeqînim
masiyên çemên mirî
li berwarên awiran
derbas dibin
li diyarên windayî
rêwiyê riya bêveger im
baranên dilê xeyidî
li demsalên bêreng dibarin
keştiya bîranînên ciwaniyê
di okyanûsên bêbinî de asê ma
şahî
li dîwarê keseran hate mixkirin
zîroyên demê
rayên darbesta min dimijin
beden
di xewnereşkan de dilerize
serê xwe li ber qedera derbeder
diçemînim
ez
ne kêm
ne jî zêde me
ne dîn
ne jî aqilmend im
jana giraveke jibîrbûyî me
di tenêtiya wêran de
hatim dorpêçkirin
qêrînên wijdana min
rast û durist in
têgihiştin û dilpakî
di teraziya hest û mantiqê de
hate xapandin
arzûyên sêwî
li kendalên hêviyê ketine xewa bi nalenal
rûyê xirabiyê bi agirê dojehê
dişom
ji parzûna çaxên gemar
qenciyê dipalînim
dayika min
di malzaroka xwe de giloka êş û xeman
dihewîne
kul û birînan
bi melhema cejna Laliş
dikewînin
Xizan Şîlan
2011-11-01
Stockholm
pelkên êşa bîranînan
ji nava kezeba min ya peritî
dişeqin
masiyên wîjdan
di gola xwîna xiyanetê de
xeniqîn
perdeya cama sirên veşartî
ji zingezinga zengilê dilê te re
vedikim
ji parzûna hesretkêşiya te
êşa rojên tevizî
dipale
sensiz gecelerimde
yine oturmuşum
yalnız başima
dalmışım
derin düşüncelerime
inmişim
TEMBÛRA XEYÎDÎ
ez çardeh sal î
tu hezar sal î
di navbera min û te de
ez
bersiva pirsan
di lalbûna jana awirên xwe de
dibersivînim
ne rabirdûya min
ne jî dahatûya min heye
bi cama evîna dilê şikestok
bêçaretiya xwe li zendê salên poşman
dinivisînim
şopa tirsa demsalên hovane
di kefa destê xwe de
vedişêrim
pêşeroja min
di herika rûbarên giyan de
xeniqî
ji gewriya nûçeyên rojane
jehra xwînê
dipale
li nav nivîna şevên bêxewiyê
xewnereşkên xopan
xwe li stûyê min
dipêçin
hesret û bêrîkirinên min
bi keserên dûmanê cixarê
hatine meyandin
serê min
ji nav belaya demên rûreş
qet nafilite
carnan
mîna hêrsa pêlan dîn û har dibim
carnan
mîna beytika newêrek can li min
dilerize
şûşeya eşqa dilê serxweş
di toza heyamên gemarî de
qelişî
min
li nav dûmanê xeyalên pûç
daxwazên dergûşa nava xwe
taloq kirin
li birçîbûna çaxên genî
bîranînên xwe yên wêran
dixwim
li nav pêta kul û kederên bêhempa
dişewitim
ji piyangoya temenê têkçûyî
tofana janên dirinde
derdikeve
şadiya rûyê min
di albûma wêneyên xemgîn de
zerikîn
bi tasa destê dilberê
şerbetê didim gêrikên di bin lingan de
hatinî perçiqandin
ez bûm qurbanê
eşqa îlahî ya nependî
û her tim di ber cankêşiyê de me
êdî ez
di coşa xumexuma şîpa laşê xwe de
astengiyan nasnakim
ji aloziya dîroka tarûmar
hêviyên şad ava dikim
derhênerê şanoya vê helbestê ez im
leyîstikvanê li ser dîkê ez im
temaşevanê xerîb jî ez im
li ber xemkêşiya rondikên çavan
leyîstik qediya
û perdeya dilê xeşîm
hate girtin
Xizan Şîlan
2010-07-02
Stockholm
WERIN
westîbûna hilmgirtî
ji ser tenêtiya rojên min rakin
bêdengiya çavên kelegirî




Bu şaire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!