Feyruşah Helbest - Hakkında Yazdığı Tanıtım Y ...


Feyruşah Helbest Feyruşah Helbest sala 1978 de li bajarê Nisêbînê ji dayîk bûye. Li Elmenye dije û karmend e. Ji sala 2019 an de wê helbestên neçapkirî nivîsandine. Ji hezkirina zimên, çand û hunerê di Radyoya kurdî bernameyên zindî bi zimanê kurdî pêşkeş dike. Wateya helbestan ji bo wê pir girîng e, bîranînek ji bo xaltîka wê, nemir Hozan Helbest e, lewma paşnavê xwe kir Helbest.
Feyruşah xwe di nava helbestan dibîne û dixwaze bi fikir û ramanên xwe wan helbestan weke zarokek di dilê xwe de mezin bike û mezinbûna wan jî bi gelê xwe parve bike.

“Ez evîndara ziman, çand û hunera gelê xwe me. Bi helbestên xwe ez dixwazim ku awazên di dilê min de ne bêdeng nemînin. Çawa helbest ji min re bûn derman, ew jî bibin derman ji evindarên helbestan re”.