Te got can, min jî got dil
Tu xemla her gulanî
Ew kenên te bûn bihar
Tu wek baxçê gulanî
Qeymiş nakim te maç kim
Tu kewî, kewa welat
Tu yî ew eşqa dilan
Peyvênin te bûn xelat
Dil li bo te ez dîn bûm
Tu bedew î him merdî
Tu hingivî û evinî
Dil tu min re hedûrî
Kerbane ketim xeman
Wek ava çeman kûrî
Ez li vir bi te re me
Tu çim li min dûrî
Rojan e benda te me
Ji bo te dikim qîrîn
Min got can, tu qebûlke
Tu keçî keça şirîn
Mehmet Çobanlglu
23.02.2023
İstanbul
Kayıt Tarihi : 23.2.2025 22:14:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!