Har bûne hestên min ên serberdayî
Li sînga min dikutin
Wekî masiyekî ku hewl dide xwe ji tûrê bavêje der
Lê li hizrên min dialiqin
Dest pê dike hingê lêkdaneke bêmefer
Ruhê min giran dibe li ser bedena min
Ling difelişin
Dest dilerizin
Beden xav dibe
Hildikişe rajena min
Sar bûne xweziyên min ên derengmayî
Li dilê min diçilmisin
Wekî kulîlkeke bêhnxweş a lêser hatiye ser
Lê li hêviyan hevrû dibin
Dest pê dike hingê jixwerevineke bêveger
Dilê min bê war dimîne li nav qefesa sînga min
Dicemidim
Ditirsim
Rondik têne xwarê
Têk diçe pergala min
2004-09-27/ Amed
Ömer DemirKayıt Tarihi : 27.9.2004 11:38:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!