Jiyan îroj bi aramîyek mezin rawestiya
Ewrekê evîna te li ser dilê min barand
Erdnîgarîya dilê min bêhempa hejiya
Pişt re tavê zivistanên dilê min heland
Stêrka bextewariyê xemiland şevên min
Hebûna te di sînga min de welatekî azad avakir
Kenê te baskên kevokên min rizgar kir
Bi germahîya ronahîya te kemilî dilê min
Êdî li çavên min de diherike xeyalên te
Bi ronahîya rûyê te rûyê min dinixume
Jiyana min germ dibe bi ew kenên te
Bi navê te jiyana min jîndar û aram dibe
Mahsum Solmaz
Kayıt Tarihi : 28.2.2026 00:52:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!