Şîn Şiiri - Şahin Elçi

Şahin Elçi
2

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Şîn

Bihare ewr gêj ba xweşe
Dil digerê çav xwedî hêvîne
Evîn dûr dikevê yê dimînê çilmisî dîsa dil e.

Cîran şîn didanin û hawar dikin.
Zarokên wan hatine kuştin
Dilên wan hatine peritandin. Birîndarin

Qêrîn tên ji malan mîyên desta dikin mîna hîstirîya.

Zarokek dibînim rondik ji çavan diherikê
Xwe fîstanê dayika xwe girtîye
Ji xwe dayîk jî birîndare.

Dengê wesayîtên dagirkera ji kolanê tê
Tu kes vî dengî seh nakê
Evro şîn e, mirine bê kesîye
Cizîr xemgîn ketîye
Bajarê mîran ev ceng wenda kirîye!
Ji xwe herkes birîndare û dîsa qêrîne.

Şahin Elçi
Kayıt Tarihi : 20.11.2018 00:11:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Hikayesi:


Helbest piştî talankirina 13 bajarên kurd li cizîrê dibin tesîra xemgînaya gel hember çemê dicle hatîye nivîsandin...

Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Şahin Elçi