Sê Şînahî
Asîman, derya û çavên te
Kîjan rastî, kîjan derewî
Nezanî bû min
Ew dem bûm teyrek baz
Firîyam âsîman
Min dîd ku winda bûn
Şînahîya ber baskê min
Min zanî
Ew derew bû
Paşînê bûm masiyek
Ketim nav derya
Wê çax li ber çevên min
şînahî bû zelalî
Min zanî
ew jî derew bû
Vegerîyam ba te
Min dîd
Asîman ji derya,
Derya ji çevên te
rengê xwe hildaye
Dema te awire da min
Ne derya ma ne asîman
Ne masî, ne teyrê baz
Derîyê bîhuştê vebû li min
Ez ji xwe çûm
Min zanî
Yek rastîyek hebû
Ew jî çavên te bû
Kayıt Tarihi : 19.9.2025 14:39:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Hikayesi:
evînek Kurmancî




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!