Karwanên Stêrkan Şiiri - Jan Ziryan

Jan Ziryan
3

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Karwanên Stêrkan

diçirûsin ji şewqa axê
di newqa xewnên derrabekirî de
dibirûsin bi debarake dardekirî
dikurrisin mirûzê ruhstînî
li morîkên windayî
digerin "gêrîkên gernas"
bi tena serê xwe, bi niqrîskên zuha
bi rûyên birû, bi tehdeyên durû
wêneyên xêzkirî dibînin
di albûma moristanan de
bi çavên kilkirî
bi destên nexşkirî
bi dilên deqkirî
dikolin erdê "pilopilo"

karwanên stêrkan
ji mêj ve dibêjin
em ji diloyî re dengbêj in
her mirinek li moristanan
dibe stêrk li ezmanê goristanan

Jan Ziryan

Jan Ziryan
Kayıt Tarihi : 25.4.2010 00:04:00
Jan Ziryan