îro salvegera rojbûna min
Hawar û qîrîna te ye
Tu gelek bi lez bûy
Te li peyî xwe kudand
Te xwe sivikkir
Barê xwe danî
Me jî derd û kulên Dinyayê col girt
Em li xwe re bûn şivan û gavan
Piştre bexvan paştre jî golvan
Me damezrand desthilatek ji jehra meran
Li ser xîmên bav û kalan
Te dît
Te li peyîxwe kudand
Tu bi lez bûy
Ji te re mizgînîyek bi xemgînî
Rihana pîrika me ya destbiçûk jî mir
Dû wê Hisnaa bi sê denga gazî dikir lê lê Besra ê
Leşkerên dujmin li çîyayê jorin jî
Ji te re dua kî bixwînim
li ser kêlikên te ên vendabûyî de
Sond bixwem li ser misefa reş
Tu bêje amîn
Şahabettin IşıkKayıt Tarihi : 24.4.2025 22:48:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!