Roza Metîna helbestkar e. Du pirtûkên wê yên bi zimanê Kurdî yên helbestê hene.
BÊRÎKIRIN
Bêrîkirin wekî bêhna xwêdana ku
Ji ser mijang diherike ser xala gerdenê ye
Dema ku min ji xala li ser gerdena te maç kir
Bizanibe ku min bêriya te kiriye.
Ger ku zindan çavên te bin
Dildara girtîmayinê ez im
Qeyd û zincîr lêvên te bin
Sorşeraba derbuhuştê ez im.
Eğer zindan gözlerinse
Bi tîna keldûmanek lerzok
Temenekî di nav hêsirên sar û germ de
Ji min re dima.
Di nav lepên hewarek birîndar de
Reşikên çavên te
Wekî kerbek xeniqî
Min ji xwe re sebrek neqişand
Ji xofa kêliyên bêmeqsed dûr.
Ber bi pêlên sewta te beziyam
Bêyî ku haya min ji guliyên te
Yên şikestî hebe.
Tirsiyam, giriyam, qêriyam
Ji pekandina pêtên qidûmşikestî bû, giyan
Di kefa destên min de diciviya janeke xilmaş
Qêrîn ji dil, awirên te ji pûka zivistanê
Û di neqeba kizîniyeke ting û tarî de
Min pişta xwe spart niqirîskên azirî
Gunehên min
Pişta xwe sipartibûn
Kulînên vala û bê perde
Bêhna binevşên di tûrikên zarokan de
Ji balîfên li ber serê me nedihatin êdî.
Xwîna xezalên çavekî xwe
Bi min biqiruncin
Da ku serê xwe ji ser balîfa maran rakim
Û diranên li dijî kolberên
Bi taya zikê xwe ketine
Diqirqiçin
Ji kokê rakim.
Dema ku ji kozika gulvedana awirên qemer
Dûr diketim,
Nifirên ku li ser pişta ewrên biharê
Zîz dibûn,
Çonga xwe di parsûyên hêviya min de
Dişikandin.




Bu şaire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!