Rom Gulan Disotîne Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2621

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Rom Gulan Disotîne

Bihar û havînek dîsa dan ber gullan
Êrîş anîn ser gundan agir berdan malan
Kelîna dilane rondikên çavane
Bilbilan fîxane zarînî ket Kurdan

Ne malin ne xani û hilweşandine
Qêrîna zarokan kalîna berxane
Û çeman newelan jî xwîn diherike
Dîsa tevkujîye her der gorîstane

Ax li me ax bi welat gullebarane
War mije dûmane kesek me nabîne
Dijmin pir yemane û pir sîtemkare
Muş û Colemêrg Wan dîsa ber gullane

Nav gel de hinek kes jî bûne awan
Hinek jî camêrin şivan û gavan
Ewên xwe firotin bêrûmet bêşermin
Welatê me nedin û bibin berxwedan

Rom ar dibarîne dil me diqelîne
Hat ket nav axa me gulan disotîne
Em şêrin camêrin ne tirsek ne tolin
Hebûn jiyan û ax bo me Kurdîstan e

Mehmet Çobanpüskül
11.07.2012
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 11.7.2012 05:44:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu