Roj Evîna Me Têr Nabe

Mehmet Çobanoğlu
2622

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Roj Evîna Me Têr Nabe

Ev qêrîna me gelan e
Zilm û êşa tev dilan e
Ev serhildana bêdeng
Berxwedana me gelan e

Tirsonek, tu wêrek nabin
Gelên bindest! Êdî rabin
Li ewrên reş hilweşînin
Rojê bînîn, em lê şa bin

Agir berdan, ser malên me
Neyar aramî nadin me
Kozir dilê me de tijî
Nalîn û lerz ket koma me

Me zehf bêriya rojê kir
Ronahî me re xwe vekir
Roj bi azadî yê rinde
Egîdan roj me re geşkir

Dil, dengê gel bibihîze
Dijrabûn, gelan re hêze
Mirin benî yê çêtir e
Gel, kole bûnê naxwaze

Rabin, lawên gelê Kurdan
Em bimeşin li ser qadan
Bila bêbext ji me dûr bin
Em naxwazin red û lêdan

Her meşan de, hevalên me
Berxwedan azadiya me
Roj evîna me têr nabe
Ro bû xelata gelê me

Mehmet Çobanoglu
03.11.2023
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 3.11.2023 11:09:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!