Min xewna hebûnê
bi zembereka xwînê
li pêşeroja te siwarkir
Di şevên zembelîqî de
di berbangê seqemî de
min tîn da dilê te
veda li hinarkên te
ji çavên te hezî fûrîyam
bi te re firiyam.li ser pişta hespeke bayî
li zeviyên bê strî
gerîyan em
Me bêhn veda
li ber kabên evînê
em şîyarbûn
li lêven roniyê
Kayıt Tarihi : 12.4.2001 12:48:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

TÜM YORUMLAR (2)